Dinya

Fransayê êrîşa Îsraîlê ya ku bû sedema mirina 6 rojnamevanan, şermezar kir

Esra Taşkın  | 13.08.2025 - Rojanekırın : 13.08.2025
Fransayê êrîşa Îsraîlê ya ku bû sedema mirina 6 rojnamevanan, şermezar kir

Ile-de-France

 Wezareta Karên Derva ya Fransayê nûçegihanê Al Jazeerayê Enes eş-Şerifê jî di navê da êrîşa Îsraîlê ya ku bû sedema mirina 6 rojnamevanan, şermezar kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Fransayê da bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li Xeta Xezeyê ku tê da 6 rojnamevan hatin kuştin hat dayin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Fransa êrîşa Îsraîlê ya ku tê da koma rojnamevanên kanala nûçeyan a Al Jazeerayê ku li Xezeyê wezîfeya xwe dikir, hatin kuştin, şermezar dike."

Di daxuyaniyê da bal bo wê yekê hat kişandin ku rojnamevanên navborî di dema ser kar da jiyana xwe ji dest dane û hat gotin ku "Em ji ber bedelên giran ên ku rojnamevanên li Xezeyê didin bi fikar in."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da zêdetirî 200 rojnamevan hatine kuştin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin ku Fransayê pabendbûna xwe ya ji bo azadiya çapemeniyê û derbirînê û parastina rojnamevanan nû kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın