ANKARA
Zanyarê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) James Watsonê 86 salî Xelata Nobelê ya ku bi saya xebata xwe hildabû bi mezatê firot.
Milyardarê Rûsî Alîsher Ûsmanov diyar kir ku Xelata Nobelê ya Watson wî kiriye.
Li gor nûçeya BBCyê Ûsmarov têlefonê Christie'sê ya ku muzayede lê hatibû kirin, kir û ji rayedaran re got ku kesê 4 milyon û 800 hezar dolar da û xelatê kirî ew bi xwe ye û dixwaze wê teslîmî xwediyê wê Watson bike.
Ûsmanov diyar kir ku Watson di qada zanistê de xebatên gelekî hêja kirine û kesê ku wê xelatê heq dike Watson bi xwe ye û wiha pê de çû: "James Watson ji biyologên herî girîng yek e û di kişfa binyada DNAyê de xebatên gelek hêja kirine û ev xelata ku dane wî heqê wî ye."
Zanyarê ji DYAyê James Watson bi saya xebata kişfa binyada DNAyê ve di 1962an de xelata Nobelê ya tipê qezenc kiribû. Xelata Nobelê cara ewil e ku bi destê xwediyê wê ve tê firotin. Di heman salê de Watson, Maûrîce Wîlkîns û Francîs Crîck madalyaya Nobelê qezenc kiribûn.
Watson diyar kiribû pereyê ku ji firotina madalyayê bê dê bexşî weqfan, lêkolîn û xebatên zanyarî bike.
Li gor kovara Forbesê serweta Alîsher Ûsmanov bi qasî 15 milyar û 800 milyon dolarî ye û ji pardarê herî mezin ê kulûba Arsenalê ye.