ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Beşîr Atalay ji bo Pakêta Reformê ya Ewlehiyê diyar kir ku lazim e HDP muxalefeta xwe di meclisê de bike û wiha pê de çû: "Derfetên ku di çarçoveya qanûnan de li meclisê dane partiyên muxalif gelek in. Di şûna vê de meriv rabe dev ji parlementoyê berde, dîsa ji welatî û milet bixwaze ku dakevin kolanan, ev nabe û nayê qebûlkirin. Ev ne tevgereke demokratîk e û bi siyasetmedarekî demokrat jî qet nakeve."
Atalay li navenda giştî ya partiyê di civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ew wek partî niha ji ber kongreyên navçe û bajaran karê wan pir e.
-"Em ji dil û bibiryar in"
Berdevkê AK Partiyê Atalay bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û ragihand ku ev projeya gel eleqedar dike û ew jî wek partî û hikûmet piştgiriyê didin û projeyê baş dibînin.
Atalay qala bûyerên ku di 6-7ên cotmehê de qewimîn jî kir û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku careke din pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Me bi taybetî qala xesasiyetên xwe yên der heqê pergala kamûyê de kir. Ji bo her hikûmetê ewlehî û parastina welatiyan ku li welêt dijîn pir girîng e. Divê pergala raya giştî neyê serobinkirin û tiştên li dijî hiqûqê neyên kirin. Di vê mijarê de hikûmeta me xebatên pir xweş dike û tewdîrên berfireh digire."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Atalay ji bo daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaşê ku gelek bertek hatin nîşandan jî got: "Der heqê pekêta reformê ya ewlehiyê de ji bo ku milet dîsa dakeve kolanan bangewazî kir. Ev yek nayê qebûlkirin. Di pergalên demokratîk de hemû rê û rêbaz eşkere ne. Koma HDPê di meclisê de heye lewra ew ne li derveyê meclisê ne. Dema ku pêşnûmayek, pêşniyazek bê, hikûmetê ew şandibe jî tê Komisyona Karên Navxweyî û pêşnûmaye. Nîqaş û xebatên xwe yên li ser vê pêşniyazê di meclisê de dike. Derfetên ku di çarçoveya qanûnan de li meclisê dane partiyên muxalif gelek in. Di şûna vê de meriv rabe dev ji parlementoyê berde, dîsa ji welatî û milet xwe bixwaze ku dakevin kolanan, ev nabe û nayê qebûlkirin. Ev ne tevgereke demokratîk e û bi siyasetmedarekî demokrat jî qet nakeve. Ev kurmê berê ne û dixwazin ku siyasetê di bin siya tundiyê de bidomînin. Ji ber vê jî ev nayê qebûlkirin."