Fermandarê CENTCOMê Cooper ji bo cîbicîkirina agirbestê serdana Sûriyeyê kir
Ankara
Hat ragihandin ku Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, piştî hevdîtina bi serkirdeyê YPG/HSDya rêxistina terorê Ferhat Ebdî Şahînê ku wekî Mezlum Ebdî jî tê nasîn, duh serdana Sûriyeyê kiriye da ku bicihanîna agirbesta di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDya rêxistina terorê da piştrast bike.
Li gorî nuçeya televîzyona El Arabiyayê ku navê çavkanî nehat eşkerekirin, Fermandarê CENTCOMê Cooper duh li bakurê Iraqê bi serkirdeyê YPG/HSDyê Ebdî ra civiya.
Piştî hevdîtinê, Cooper serdana Sûriyeyê kir da ku bicihanîna agirbesta di navbera Şam û YPG/HSDyê da piştrast bike û pêvajoya veguhestina terorîstên DEAŞê bo Iraqê çareser bike.
Di raporê da her wiha hat destnîşankirin ku armanca serdana Cooper ew bû ku pêşî li zêdebûna aloziyên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDya rêxistina terorê da bigire.
CENTCOMê hê jî li ser raporên ku dibêjin Cooper bi serokê YPG/HSDyê Ebdî ra civiya û serdana Sûriyeyê kir, tu şîrove nekiriye.
Balyozê DYAyê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê, Tom Barrack, duh li Hewlêrê bi serkirde Ebdî û Îlham Ehmeda, ku yek ji qaşo rêvebira baskê siyasî yê YPG/HSDyê ye, ra civiya.
Hat ragihandin ku di civînê da Peymana Agirbest û Entegrasyona Tam a ku di 18ê Çileya Paşîn da di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/HSDyê da hatibû îmzekirin, hatiye nîqaşkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
