Dinya

Fermandarê CENTCOMê Cooper peywendiyeke telefonê bi Serokomarê Sûriyeyê Şera ra encam da

Zeynep Katre Oran  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Fermandarê CENTCOMê Cooper peywendiyeke telefonê bi Serokomarê Sûriyeyê Şera ra encam da

Ankara

 Hat ragihandin ku Fermandarê Fermandarê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper digel Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera derbarê peymana agirbestê ya di navbera rejima Şamê û YPG/HSDya rêxistina terorê da û veguhestina endamên DEAŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê da peywndiyeke telefonê encam da.

Li gorî parvekirineke CENTCOMê ya li ser hesabê medyaya civakî Xê şirketa DYAyê, Cooper û Şera peywendiyeke telefonê encam dan.

Di axaftinê da li ser giringiya pabendbûna bi peymana agirbestê ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û YPG/SDGya rêxistina terorê da û veguhestina endamên DEAŞê yên li Sûriyeyê bi hemahengî ji bo Iraqê hat sekinîn.

Li gorî agahiyan, Cooper ji Şera ra li ser plana CENTCOMê ya veguhestina nêzîkî 7 hezar girtiyên DEAŞê bo Iraqê agahî daye û hêviya xwe aniye ziman ku gavên ku dê pêvajoya veguhestinê asteng bikin, neyên avêtin.

Di peywendiyê da her du aliyan pabendbûna xwe ya bi têkçûna daîmî ya DEAŞê li Sûriyeyê ji nû va tekez kirin.

Di peywendiyê da ku pêşîgirtina li vegerandina hêza DEAŞê ji bo ewlehiya DYAyê, herêmî û cîhanî pir giring e.

CENTCOMê ragihandibû ku veguhestina çekdarên DEAŞê yên li Sûriyeyê girtî, bo Iraqê dest pê kiriye.

Hêzên DYAyê û yên koalîsyonê heta sala 2025an li Sûriyeyê zêdetirî 300 çekdarên DEAŞê girtine û zêdetirî 20 çekdar kuştibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın