Dinya

FBI: Erebistana Siûdî welatiyên xwe yên li Amerîkayê tevlî sûcê dibin direvîne

Di rapora bi destê Şaxa Jêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI) hat amadekirin da hat gotin ku hikûmeta Erebistana Siûdî ji bo parastina forsa (îmaj) xwe welatiyên xwe yên li Amerîkayê tevlî sûcên mezin bûne ji darazê direvîne.

Abdullah Tel  | 18.01.2020 - Rojanekırın : 19.01.2020
FBI: Erebistana Siûdî welatiyên xwe yên li Amerîkayê tevlî sûcê dibin direvîne

Washington DC

Di rapora bi destê Şaxa Jêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI) hat amadekirin da hat gotin ku hikûmeta Erebistana Siûdî ji bo parastina forsa (îmaj) xwe welatiyên xwe yên li Amerîkayê tevlî sûcên mezin bûne ji darazê direvîne.

Rapora xwedî dîroka 29ê Tebaxa sala 2019an ku Kongreyê xwestibû û qala kar û xebatên Erebistana Siûdî ya li Amerîkayê birêve dibir da wiha hat gotin: "Erebistana Siûdî welatiyên xwe yên ku li Amerîkayê tevlî sûcên giran bûne hema bêje ji hêla Riyadê va teqez ji Amerîkayê tên revandin."

Di rapora FBIyê da hat gotin ku hikûmeta Siûdî ji bo ser eybên qraltiyê bigire serî li rêbazeke wiha dide û raporê wiha dewam kir: "Hikûmeta Amerîkayê heke bi Erebistana Siûdî ra ji bo vê mijarê rasterast hevdîtin û hevkariyê neke ne mimkûne ku rayedarên Siûdî di demeke kurt da dev ji vê tevgera xwe berdin."

Piraniya raporê bi raya giştî ra nehat parvekirin û di qismê eşkerekirî da jî nehat gotin ku gelo rayedarên Siûdî welatiyên xwe çawa direvînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.