01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
BOGOTA
Sergîo Jaramîlloyê Endamê Komisyona Aştiyê ya Bilind a ji ezayên pêkanîna peymana aştiyê ya ku Hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdarên Şoreşger yê Kolombiyayê (FERC) îmze kirin diyar kir ku pêvajoya çekdanîna FARCê ew ê di 1ê adarê da dest pê bike.
Jaramîllo beriya Kabîneya Heyama Piştî Pevçûnan a li Qesra Seroktiya Dewletê ya li Bogotayê der barê pêvajoya çekdanîna FARCê û efûkirina endamên rêxistinê da daxuyanî da.
Sergîo Jaramîllo got wekî ku pîlan kirine di 1ê adarê da pêvajoya çekdanînê ew ê dest pê bike. Jaramîllo diyar kir ku ji ber hin kêmasiyan pêvajoya derbasbûna herêmên paşdavegerînê ya FARCê hinekî derengî ket, ji ber vê jî demildest dest bi qeydkirina çekên di destê rêxistinê da bikin û xebatên îmhekirina mayînan bidin destpêkirin.
Jaramîllo got wek mayîn Komisyonê ji bo efûkirina endamên FARCê hezar û 200 serîlêdanên ku ji sûcên li dijî mirovahiyê nînin binirxîne.
- Kabîneya Heyama Piştî Pevçûnan
Di serokatiya Juan Manuel Santosê Serokê Dewletê da li Casa de Narînoyê civîna 3yan a Kabîneya Heyama Piştî Pêvçûnan hat kirin.
Santos diyar kir ku di civînê da li ser pêkanîna peymana aştiyê, têkoşîna dijî kokaya amûra hişbirê, xizmetên binesazî, tenduristî û perwerdeyê yên li herêmên pevçûnan sekinîn.
Santos destnîşan kir ku hetanî nika bi 55 hezar malbatên ku koka û nebatên dereqanûnî diajotin ra peyman çêkirin.