Fatih Gazioğlu
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Aktrîsta xwedî xelata Oscarê û nûnere Niyeta Baş a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NBKBPNY) Cate Blanchettê der barê misilmanên Arakanê de wiha axivî:
"Ez jî dê me. Gava ku min ew zarokên penaber dîtin mîna ez zarokên xwe bibînim. Li wê derê min di çavên hemû dayik û bavan de xwe dît. Dayikek wê çawa bixwaze ku êş û zilma li ser zarokên wê tê kirin bibîne? Tiştên li wê derê min dîtin ez nikarim îfade bikim. Ji bo aştî û ewlehiyê wê derê daxwaza min ew e ku bila Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî bi me re li ser vê meseleyê bixebite."
Cate Blanchettê der barê ziyareta xwe ya Bangladaşê da li KENY di rûniştina ji bo Myanmarê da axaftinek kir.
Blanchettê got ku ew di meha adarê da çû herêma Cox's Bazara Bangladaşê û misilmanên Arakanî ziyaret kir û wiha pê da çû: "Ez weke pisporekê li wê derê nebûm. Ez tenê weke "merivekê" li we derê bûm. Trajediya ez bûm şahid û tiştên min li wê derê dîtin nikarim tu carê ji bîr bikim. Li wê derê keçeke 18 salî hebû. Navê wê Leyla bû. Mêrê wê tê girtin. Ew jî bi Yûsifê kurê xwe va direve Bangladeşê û sê çar rojan li daristanê dimîne. Li daristanê di nav daran da dimînin û giya dixwin. Trajediyên wiha hebûn."
- "Ez çîrokên wan tu carê ji bîr nakim"
Blanchettê diyar kir ku wê li wê derê gelek çîrok guhdar kirin û got ku ew wan tiştan tu carê ji bîr nake û wiha dewam kir: "Di serî da min digot ev çîroka yek yan jî du bûyeran tenê ne. Lê piştî demekê din min dît ku ev êdî li wê derê bûne rutîn û hatine serê hemû kesan. Ez jî dê me. Gava ku min ew zarokên penaber dîtin mîna ez zarokên xwe bibînim. Li wê derê min di çavên hemû dayik û bavan de xwe dît. Dayikek wê çawa bixwaze ku êş û zilma li ser zarokên wê tê kirin bibîne? Tiştên li wê derê min dîtin ez nikarim îfade bikim. Ji bo aştî û ewlehiyê wê derê daxwaza min ew e ku bila Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi me re li ser vê meseleyê bixebite."