Haydar Şahin
11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Etiyopyayê bi destpêkirina ezmûna neteweyî ya li tevahiyê welêt tê kirin va hemû înterneta li welêt birî.
Hikûmeta Etiyopyayê û Ethio Telecoma serwêsa înternetê ya li welêt der barê mijarê da agahî nedan, tê texmînkirin ku ji bo di dema ezmûnê da dîziya pirsan neyê kirin wekî tevdîr înternet hatibe birîn.
Ji ber birînê li Addîs Ababaya paytext û hemû eyaletan înterneta mobîl û ya bi kablo naxebite.
Li Etîyopyayê par jî di dema ezmûnê da înternet hatibû birîn.
Ezmûna neteweyî ya ku bi tenê xwendekarên lîseyê dikevinê ew ê roja înê bi dawî bibe.