Dinya

Etaba 4emîn a mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da wê di 11ê Gulanê da li Ummanê çêbibe

Haydar Şahin  | 06.05.2025 - Rojanekırın : 08.05.2025
Etaba 4emîn a mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da wê di 11ê Gulanê da li Ummanê çêbibe

Ankara

 Etaba 4emîn a mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da wê di 11ê Gulanê da li Maskata paytextê Ummanê bên lidarxistin.

Ajansa nûçeyan ya Îranê Nour Newsê der barê mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da nûçeyek weşand û wek çavkanî jî rayedarekî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, nîşan da.

Di nûçeyê da hat gotin etaba 4emîn a mizakereyên di navbera Îran û Amerîkayê da wê roja yekşemê li Maskatê çêbibe.

Mizakereyên li ser nukleerê yên di navbera her du welatan da jê yek li Maskatê, yek jî li Romaya paytextê Îtalyayê çêbûbû.

Her du aliyan jî piştî mizakereyan daxuyanî dabûn ku ew baş derbas bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın