Dinya

Eskerên Îsraîlê zarokê 12 salî yê welatiyê Filistînê binçav kir

Eskerên Îsraîlê li Kalkiliya bajaroka Şerîeya Rojava ya dagirkirî zarokekî 12 salî yê welatiyê Filistînê binçav kir

Haydar Şahin  | 17.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Eskerên Îsraîlê zarokê 12 salî yê welatiyê Filistînê binçav kir

Quds

 Eskerên Îsraîlê li Kalkiliya bajaroka Şerîeya Rojava ya dagirkirî zarokekî 12 salî yê welatiyê Filistînê binçav kir.

Di daxuyaniya Cemiyeta Hêsîran a Filistînê da hat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê li nêzî baxçeyê heywanan ê li Kalkiliya bajaroka li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî Xalid Gannamê 12 salî yê welatiyê Filistînê binçav kir.

Wekî mayîn li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, Gannamê 12 salî li xwendingeha Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ya li Kalkiliyê dixwîne û diçe pola 7an.

Li gor çavkaniyê fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da 220 wan zarok ji 5 hezarî zêdetir welatiyên Filistînê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın