Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
YOZGAT
Aîlkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag got, "Mijareke wisa tuneye ku eskerên Yûnanistanê yên ku li Tirkiyeyê girtî ne bi terorîstên FETOyî yên li Yûnanistanê ra bên guhertin. Me ev yek gelek carî anî ziman. Dixwazin bira terorîstên derbeker ên FETOyî îade bikin an jî bira îade nekin, ew mijar cuda ye û ev mijar cuda ye."
Bozdag beriya Civîna Nirxandina Xebatên Wezaretê ku li Salona Mezin a Sînemayê ya Şaredariya Yozgatê hat lidarxistin, ji bo pirsa rojnamegerekî ya, "Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksîs Çîpras banga xwe ya bo Tirkiyeyê dubare kir ku herdu eskerên Yûnan bên berdan. Çîpras got, 'Jiyan û azadiya mirovan ne piyon û amûrê şantajê yê têkoşîna hêzê ye û divê nebe jî'. Hûn vê gotinê çawa dinirxînin?", got ku Tirkiye û Yûnanistan du welatên cîran in û hikûmetên AK Partiyê jî seba peywendiyên ligel Yûnanistanê baş bibin, gelek gavên cidî avêtin.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag wiha dewam kir, "Kê gotinekê ji Tirkiyeyê ra bêje, di rojnameyan da dibe manşet, di nûçeyan da derdikeve pêş, ji gel pûan berhev dike. Ev yek ji ber ku wiha tê fêmkirin, timî daxuyaniyên dijî peywendiyên Yûnanistan û Tirkiyeyê didin û herwiha ya girîng jî ew e ku daxuyaniyên dijî Yûnanistanê didin. Ev timî vê yekê dibêjin, çavê Tirkiyeyê di xaka kesî da tuneye. Niyeteke Tirkiyeyê tuneye ku çi li bejayê çi jî li behrê destdirêjiya heqê kesî bike. Lêbelê Tirkiye jî ne li bejayê ne jî li behrê hiqûqa dewlet û miletê xwe nade pêpeskirin. Me ev yek gelek carî îsbat kiriye. Dîrok şahidê vê yekê ye. Ji tu kesî ra sûda wê yekê tuneye ku di vê mijarê da carê carekî biryardariya Tirkiyeyê biceribîne, nexasima ji Yûnanistanê ra qet feydeya wê tuneye."
Bozdag da bibîrxistin ku hinek xaînên FETOyî yên ku 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê pêk anîn, revîn Yûnanistanê û wiha pê da çû:
"Serokwezîrê Yûnanistanê di hevdîtinên taybet da diyar kir ku ev kes wê di demeke nêzîk da bên berdan, lêbelê nehatin îadekirin. Paşê jî ji me ra gotin, 'hiqûq heye, dadrês heye'. Di vê mijarê da terorîstên ku hewl dan ku derbeyê bikin, îadeyî Tirkiyeyê nekirin. Sûcekî gelekî mezin kirin. Yûnanistan divê pêşiyê erkê hiqûqê bi cih bîne û li gorî peymanên dualî û yên piralî yên di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da tevbigere û terorîstên FETOyî yên ku li Tirkiyeyê tevlî hewldana derbeyê bûne, îadeyî Tirkiyeyê bike. Di rastiyê da yê ku hiqûqê pêpes dike, yê ku van kesan li hemberî Tirkiyeyê wekî amûr bi kar tîne, Yûnanistan e."
- "Esker mijara guhertinê nînin"
Aîlkarê Serokwezîr Bozdag wiha bal kişand, "Mijareke wisa tuneye ku eskerên Yûnanistanê yên ku li Tirkiyeyê girtî ne bi terorîstên FETOyî yên li Yûnanistanê ra bên guhertin" û wiha pê da çû:
"Me ev yek gelek carî anî ziman. Dixwazin bira terorîstên derbeker ên FETOyî îade bikin an jî bira îade nekin, ew mijar cuda ye û ev mijar cuda ye. Tirkiye dewleteke serbixwe ye û li gorî rêzgezên hiqûqê darizandina van eskeran wê dewam bike. Dema dadgehê biryara xwe da, helbet hikûmeta me jî wê vê biryarê bi cih bîne."