18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Robert Fordê ku berê wek Balyozê Şamê yê Amerîkayê xebitîbû diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê di têkoşîna li hemberî DEAŞê da bi tenê ji bo berjewendiyên xwe şer kir û wiha pê da çû: "Li gorî min vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê li dijî Kurdên Sûriyeyê bêbextî nîne."
Woodrow Wilson Center (WWC) a saziya fikr û ramanê ya ku navenda wê li Washîngtonê ye telekonferanseke bi sernavê "Vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê Raste Yan Xelet e?" li dar xist. Balyozê Şamê yê Amerîkayê yê berê Robert Ford, pisporê biqidem ê Konseya Têkiliyên Derva Philip Gordon, pisporê biqidem ê Konseya Atlantîkê Faîsal Itanî, Şefa Şaxa Beyrûtê ya Washington Postê Lîz Sly û Dîrektorê Rojhilata Navîn a WWCê Aaron Davîd beşdarî telekonferansê bûn.
Di axaftina xwe da Ford têkiliya Amerîkayê ya ku li Sûriyeyê bi hêzên YPG/PKKya rêxistina terorê ra danî wek "berwext û taqtîqî" binav kir û got ku YPG/PKK di têkoşîna li hemberî DEAŞê da ji bo berjewendiyên xwe cih girt û tiştê ew motîve dikir jî ew bû.
Ford destnîşan kir ku vekişana Amerîkayê ya ji Sûriyeyê divê wekî îxaneteke li hemberî Kurdên wir neyê dîtin û got ez vê yekê wisa nabînim û qebûl nakim.
Der barê êrîşa xwekujiyê ya ku li Minbicê qewimî da jî Ford îdia kir ku ew êrîşa bombeyî bi destê kesekî li wir rûdinişt va hatiye kirin.
- "Eşkere ye ku YPG baskê PKKyê ye"
Şefa Şaxa Beyrûtê ya Washington Postê Slyê jî di axaftina xwe da bal kişand ser têkiliya di navbera YPG û PKKyê da û got: "Eşkere ye ku YPG baskê PKKyê ye. Amerîka di têkoşîna li hemberî DEAŞê da bi YPGya bi eslê xwe PKK ye ra xebitî û vê jî li ser têkiliyên Tirk-Amerîkayê tesîreke neyînî kir."
Slyê destnîşan kir ku fikarên Tirkiyeyê yên di vê mijarê da demeke dirêj hatin piştguhkirin û got ku îhtimal tuneye têkiliya Tirkiyeyê bi êrîşa bombeyî ya li Minbicê qewimî ra hebe, lewra Tirkiye mitefîqê Amerîkayê ye.