Eskerên Amerîkayê li Sûriyeyê nehiştin ku eskerên Rûs derbasî qada neftê bibin
Eskerên Amerîkayê ku li Sûriyeyê li herêmên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da hebûna xwe didomînin, rê li eskerên Rûs ku xwestin biçin qada neftê ya li parêzgeha Hesekeyê, birî.

Haseke
Eskerên Amerîkayê ku li Sûriyeyê li herêmên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da hebûna xwe didomînin, rê li eskerên Rûs ku xwestin biçin qada neftê ya li parêzgeha Hesekeyê, birî.
Li qada neftê ya bajarokê Rimêlanê yê li rojhilatê bakurê Hesekeyê, qayişkêşana Amerîka û Rûsyayê dewam dike.
Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ewle wergirt, eskerên Amerîkayê rê li dewriyeya eskerî ya Rûs ku ber bi qada neftê ya li bajarokê Cul Agi ya nêzîkî Rimêlanê diçû, birî.
Eskerên Amerîkayê ji dewriyeya Rûs ku ji navçeya Amûdê ya li rojavayê bakurê Hesekeyê hat, xwest ku vegere. Li ser vê yekê di navbera herdu aliyan da bo kurtedemekê alozî derket.
Eskerên Ûris ku rê li wan hat birîn ku derbasî Rimêlana ku baregeha asîmanî ya Amerîkayê lê ye nebe, dû ra neçar ma ku vegere ciyê ku jê hat.
Artêşa Rûs 3 roj berê jî ji bo ku li nêzîkî qada neftê Rimêlanê xaleke eskerî ava bike, konvoyek şandibû. Lêbelê mensûbên YPG/PKKyê li navçeya Qamişloyê rê li konvoya Rûs birîbû û nehiştibû ku konvoy biçe herêmê. Li ser vê yekê konvoyê rêya xwe guhertibû û şûna bajarokê Rimêlanê, berê xwe dabû balafirgeha Qamişloyê ku di kontrola rejima Esed da ye.
- Hebûna Amerîkayê li qadên neftê
Amerîkayê gava Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kiribû, baregehên xwe yên li herêma herekatê vala kiribûn, giraniya xwe dabû ciyên ku qadên neftê lê hene.
Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê li parêzgehên Heseke, Reqa û Dêrazorê li herêmên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da bi tevahî li 11 baregeh û xalên eskerî hebûna xwe didomînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku wan, bîrên neftên yên li rojhilatê Sûriyeyê hildane bin parastinê û herwiha qederek eskerên Amerîkayê jî dê li vê derê bimînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.