Önder Beyter
23 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2020
Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan diyar kir ku ew di mijara îhtimala midaxeleya Tirkiyeyê ya di şerê Azerbeycan-Ermenistanê da bifikar in.
Mnatsakanyan digel qanala France 24ê hevpeyvîn kir.
Ji bo pirsa "Ji ber îhtimala midaxeleyeke Tirkan a rasterasttir a di vê pevçûnê da fikarên we hene?" Mnatsakanyan wiha bersiv da, "Bi rastî em nikarin vê yekê paşguh bikin. Helbet ev, mijareke fikarê ye."
Mnatsakanyan diyar kir ku ew ji ber îhtimala midaxeleyeke Tirkiyeyê ya rasterasttir a di pevçûna Azerbeycan-Ermenistanê da bifikar in.
Mnatsakanyan îdia kir ku Ermenistan di mijara wergirtina tedbîrên ji bo kêmkirina rîskên şer û lêkolînkirina binpêkirinên agirbestê, pêkutiyê dike, lêbelê Azerbeycan ne ewqasî pêkutiyê dike.
Mnatsakanyan her wiha îdia kir ku ew hewil didin ku ji bo pêvajoya aştiya herdu welatan binegeheke baş ava bikin.
- Ermenistanê 12ê tîrmehê êrîş kiribû
Artêşa Ermenistanê 12ê tîrmehê roja yekşemê li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû.
Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 4 esker hatibûn kuştin, 4 eskerî jî birîndar bûbûn.
Di pevçûnên rojên din da jî ji artêşa Azerbeycanê yek jê tumgeneral, 8 esker şehîd bûbûn.