Dinya

Erebistana Siûdî pergala ku wê serlêdanên umreyê li ser were kirin aktîf dike

Wezareta Hec a Erebistana Siûdî daxuyand, ji bo ziyaretên umreyê ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 6 meh bûn nedihatin kirin, sepana "İtemerna"yê ji îro pê va tê aktîfkirin ku serlêdan dest pê bikin.

İbrahim Atmaca  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
Erebistana Siûdî pergala ku wê serlêdanên umreyê li ser were kirin aktîf dike

Riyad

 Wezareta Hec a Erebistana Siûdî daxuyand, ji bo ziyaretên umreyê ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 6 meh bûn nedihatin kirin, sepana "İtemerna"yê ji îro pê va tê aktîfkirin ku serlêdan dest pê bikin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji bo ziyaretên umreyê ku wê di 4ê cotmehê da bi merhale dest pê bike, sepana "İtemerna"yê ji îro pê va dest pê dike ku serlêdan werin kirin.

Çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî di 23yê îlonê da daxuyanî dabûn û daxuyandibûn ku ji 4ê cotmehê pê va ji nav welêt kesên ku dixwazin umreyê bikin seba wan ji kapasîteya Mescida Heramê sedî 30 (rojane 6 hezar kes) wê were vekirin, ji 18ê cotmehê pê va jî ji sedî 75ê kapasîteya Mescida Heramê û Rewzeya Şerîf a li Mescida Nebewî wê seba ziyaretvanên nav welêt were vekirin.

Çavkaniyan gotibû ku ji serê mijdarê pê va jî ji nav welêt û dervayî welêt ziyaretvanên umre û îbadetê wê werin qebûlkirin, di vê merheleyê da di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da Mescida Heram û Mescida Nebewî wê hemû were vekirin.

Hatibû daxuyandin, welatên ku rîska Kovîd-19ê tuneye, bi merhele ziyaretvan wê werin qebûlkirin.

Ji ber şewba Kovîd-19ê îsal tenê kesên ku li Erebistana Siûdî dijîn îbadeta hecê kir, ji dervayî welêt kes nehatibû qebûlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.