NEW YORK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê DYAyê Obama re li ser têlefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan hat gotin ku Serokamar berî hevdîtina bi Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden re, li ser têlefonê bi Obama re axivî.
- Hevdîtina Serokomar Erdogan û Bîden
Di daxuyaniya ku Qesra Spî da de hat diyarkirin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden hevdîtin kir û di hevdîtinê de li ser têkiliyên Tirkiye û DYAyê digel pirsgirêka DÎŞIyê rawestiyan.
Li gor daxuyaniya Qesra Spî, Bîden got ku ji bo Tirkiye deriyên xwe ji penaberên sûriyeyî û iraqî re vedike û alîkariya însanî dide penaberan, ew spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê dike.
Erdogan û Bîden di hevdîtinê de, li ser mijara bi DÎŞIyê re têkoşînê li hev kir û her du aliyan diyar kir ku divê ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê hewcedarî bi koalîsyoneke piralî heye û divê di demeke kurt de koalîsyoneke piralî bê avakirin.
Qesra Spî der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Obama de daxuyanî da.
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku têkiliya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de jixwe xurt e û armanc ew e ku vê têkiliyê xurttir bikin.
Erdogan û Obama di hevdîtinê de ji bilî têkilêyên di navbera her du welatan de, li ser geşedanên dawîn ên li Sûriye û Iraqê digel mijarên herêmî rawestiyan.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî temasên xwe yên li New Yorkê ji DYAyê vegeriya Tirkiyeyê.
Erdogan di roja dawîn a ziyareta xwe ya New Yorkê de bi nûnerên saziyên civaka sivîl û karsazan re hat bal hev.
Komek li pêşiya otêla ku civîn lê hat kirin civiya û eleqeyeke mezin nîşanî Erdogan da, komeke din jî bertek nîşan da. Polêsan tevdîrên ewlehiyê girtin.