Nihat Kavşut
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivîn.
Di axaftina bi têlefonê hat kirin da Macronê Serokomarê Fransayê ji Erdogan ra destnîşan kir ku îstiqrara aboriya Tirkiyeyê ji bona wan zehf girîng e.
Erdogan û Macron li hev kirin ku di demeke nêzik da Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak bi hevtayê xwe yê Fransî ra bicive.
Erdogan û Macron destnîşan kirin ku têkiliyên aboriyê û ticarî yên di navbera Fransa-Tirkiyeyê da û dualî zêdekirina verberhênanê zehf muhîm e.