Eraqçî ji ber êrîşa Amerîkayê ya li ser welatê wî peyama "ewê rê li ber encamên mayînde veke" da

Ankara
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand ku êrîşa Amerîkayê ya li ser welatê wî nayê qebûlkirin û got ewê rê li ber encamên mayînde veke.
Eraqçî êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê bi peyamekê va nirxand.
Wezîr Eraqçî bi bîr xist ku Amerîka endamekî daîmî yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, lê rêveberiya Washingtonê bi êrîşa li ser "tesîsên nukleerê yên aştiyane" yên welatê wî va Şerta NYyê, hiqûqa navneteweyî û Peymana Rêlibergirtina Belavbûna Çekên Nukleer (NPT) binpê kiriye.
Eraqçî wiha got: "Tiştên ku îro sibê qewimîn nayên qebûlkirin û ewê rê li ber encamên mayînde vekin. Divê her yek endamê NYyê li hemberî vê tevgera pir bi talûke, neqanûnî û sûcdar tevbigere."
Wezîr Eraqçî peyam da ku Tehran li gorî Şerta NY û mafê parastina meşrû "ji bo parastina serwerî, berjewendî û gelê xwe" hemû rêyan dizane û vê mafê xwe vedişêre.
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyandibû ku wan êrîşî sê tesîsên nukleer ên Îranê yên li Fordo, Natanz û Îsfexanê kirine.