Dinya

Hat ragihandin ku li Helebê jimara kesên ku ji YPG/HSDyê fîrar kirin derket 100î

Mustafa Deveci  | 09.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Hat ragihandin ku li Helebê jimara kesên ku ji YPG/HSDyê fîrar kirin derket 100î

Ankara

Hat ragihandin ku jimara kesên ku piştî operasyona ku artêşa Sûriyeyê li Helebê dijî YPG/HSDyê da destpêkirin ji rêxistinê firar kirin û teslîm bûn gihaşt 100î.

Li gor nûçeya ku SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê sipart çavkaniyeke ewlehiyê revên ji YPG/HSDyê dewam dikin.

Di nûçeyê da hat gotin ku "Li Helebê jimara kesên ku ji hêla Hêzên Ewlehiya Navxweyî va hatin qefaltin û ji HSDyê firar kirine derket 100î."

- Artêşa Sûriyeyê ewê li taxa ku endamên YPG/HSD tê da asê mane, ji bo texliyeya sivîlan korîdorê veke

 

Artêşa Sûriyeyê ewê bi dema herêmî saet 16.00 heta 18.00ê li taxa Şêx Meqsûdê ya ku endamên YPG/HSDya rêxistina terorê tê da asê mane, ji bo texliyeya sivîlan korîdorê veke.

Artêşa Sûriyeyê ji ajansa fermî ya nûçeyan SANA ra ragihand ku ji bo derxistina sivîlên li taxa Şêx Meqsûdê, korîdoreke mirovî dê were vekirin.

Hat diyarkirin ku dê destûr bê dayîn ku sivîlên li Şêx Meqsûdê di navbera saet 16.00 û 18.00an da ji vê korîdorê derbasî deverên ewle yên Helebê bibin.

Ji sivîlên ku li taxa Şêx Meqsûdê mane, hat xwestin ku bi rêya korîdora mirovî ji herêmê derkevin.

Her wiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ger endamên YPG/HSDya rêxistina terorê çekên xwe radest bikin dê ewlekariya wan bê dabînkirin.

Ji aliyê din va çavkaniyeke eskerî ya ku ji televîzyona dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ra axivî, diyar kir ku ew hewl didin ku wan terorîstên PKKyê yên li taxa Şêx Meqsûdê bi cih bûne û hewl didin ku pêvajoya lihevhatinê têk bibin û hêzên Sûriyeyê bikin hedef, tesbît bikin.

Ji aliyeki din Piştî operasyonên artêşa Sûriyeyê yên li navenda bajarê Helebê, endamên YPG/HSDya rêxistina terorê yên di taxekê da asê man, pêvajoya şandina wan ber bi rojhilatê Rûbarê Feratê va, dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên parastinê yên li qadê bi dest xistiye, endamên YPG/SDGê dê "di demjimêrên pêş da" ji deverên ku li Helebê dagir kirine derkevin.

Hat diyarkirin ku endamên rêxistina terorê dê bi "çekên şexsî yên sivik" derbasî rojhilatê Rûbarê Feratê bibin.

Her wiha hat ragihandin ku saziyên dewletê yên li Helebê amadekariyan dikin ku bikevin taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê da ku xizmetê bidin niştecihan.

Hat destîşankirin ku xebat ji bo paqijkirina teqemenî û mayînên ku ji hêla rêxistina terorê va li herêmê hatine danîn berdewam e.

Hat gotin ku piştî paqijkirina teqemeniyên li taxan û vekirina rêyan, dê destûr bê dayîn ku niştecih vegerin malên xwe û ji raya giştî ra hat gotin ku hemû telîmatên hikûmeta Sûriyeyê bi cih bînin û ji bo vegera malên xwe lezê nekin.

Ji aliyê din va gelek otobusên ku tê payîn endamên rêxistina terorê yên ji Helebê derdikevin, veguhêzin li Xaçerêya Lêremûnê dicivin.

- Endamên YPG/HSDya rêxistina terorê tevî lihevkirina valakirina Helebê, gule li hêzên ewlekariyê reşandin

Endamên YPG/HSDya rêxistina terorê tevî lihevkirina valakirina Helebê, ya piştî pevçûnên digel artêşê, gule li hêzên ewlekariyê reşandin.

Li gorî nûçeya nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA), endamên rêxistinê li taxên Eşrefiye-Şêx Meqsûdê, ku herêmeke operasyonê ya artêşa Sûriyeyê li Helebê ye, li xaçerêya Cendulê gule li hêzên ewlehiyê reşandin.

Di êrîşê da kuştî û birîndar çênebûn.

Ji aliyê din va çavkaniyeke eskerî ku ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ra axivî got ku hin endamên rêxistinê red kirin ku ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê vekişin û israr kirin ku êrîşan bidomînin.

 - Artêşa Sûriyeyê ewê li taxa ku endamên YPG/HSD tê da asê mane, ji bo texliyeya sivîlan korîdorê veke

 Artêşa Sûriyeyê ewê bi dema herêmî saet 16.00 heta 18.00ê li taxa Şêx Meqsûdê ya ku endamên YPG/HSDya rêxistina terorê tê da asê mane, ji bo texliyeya sivîlan korîdorê veke.

Artêşa Sûriyeyê ji ajansa fermî ya nûçeyan SANA ra ragihand ku ji bo derxistina sivîlên li taxa Şêx Meqsûdê, korîdoreke mirovî dê were vekirin.

Hat diyarkirin ku dê destûr bê dayîn ku sivîlên li Şêx Meqsûdê di navbera saet 16.00 û 18.00an da ji vê korîdorê derbasî deverên ewle yên Helebê bibin.

Ji sivîlên ku li taxa Şêx Meqsûdê mane, hat xwestin ku bi rêya korîdora mirovî ji herêmê derkevin.

Her wiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ger endamên YPG/HSDya rêxistina terorê çekên xwe radest bikin dê ewlekariya wan bê dabînkirin.

Ji aliyê din va çavkaniyeke eskerî ya ku ji televîzyona dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ra axivî, diyar kir ku ew hewl didin ku wan terorîstên PKKyê yên li taxa Şêx Meqsûdê bi cih bûne û hewl didin ku pêvajoya lihevhatinê têk bibin û hêzên Sûriyeyê bikin hedef, tesbît bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın