Endamên Kongreya Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Nexweşxaneya Nasirê dan

Ankara
Nydia Velazquez û Rashida Tlaiba endamên Kongreya Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên dijî Nexweşxaneya Nasirê ya li bajarê Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê dan.
Velazquezê di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîkayê da wiha got, "Êrîşên Îsraîlê yên dijî Nexweşxaneya Nasirê yên bi qesdî û tirsnak bûn sedema kuştina doktor, rojnameger û peywirdarên xilaskirinê. Nexweşxaneyek divê tu wextî nebe qada şer."
Nydia Velazquezê her wiha got, "Nabe Amerîka fînansekirina van sûcên şer bidomîne."
Tlaiba endameke din a Kongreya Amerîkayê jî di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîkayê da diyar kir, berpirsiyariya vê qetlîamê di stûyê siyasetmedarên Amerîkayî yên piştgiriyê didin biçekkirina rejima jenosîdkar da ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.