Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
TEHRAN
Li Îranê di hilbijartina Serokomariyê ya heyama 12mîn da li gor encamên nefermî yên ewil Hesen Ruhanî qezenc kir.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Îranê Elî Asgar Ehmedî li paytext Tehranê di avahiya Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê da daxuyanî da û ragihand ku Hesen Ruhanî ji 38 milyon 914 hezar û 470 rayên hatin qebûlkirin 22 milyon û 796 hezar û 468 ray hilda.
Namzedê muhafazakaran Îbrahîm Reîsî jî 15 milyon û 452 hezar û 194 ray, Mistefa Mîr Selîm 455 hezar û 211 ray, Mistefa Haşîmîteba jî 210 hezar û 597 ray hildan.
Ehmedî got ku ewê encamên fermî di saet 14.00an eşkere bikin.
Li gor van encaman Ruhanî ji sedî 58,5 Reîsî jî ji sedî 39,7 rayên hatine qebûlkirin hildan.
Hejmara hilbijêrên li Îranê ji 56 milyon û 410 hezar û 234an pêk tê û ji wan jî 42 milyon hilbijêr çûn ser sandiqê û raya xwe dan.