Önder Beyter
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 04 Mijdar 2020
Emeliyeta ku fitbolvanê efsane yê Arjantînî Diego Armando Maradona ji ber odema mêjî derbas kir, serkeftî xilas bû.
Berpirsê çapemeniyê yê Maradona, Sebastian Sanchi di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Instagramê da wiha got, "Emeliyeta Maradona xilas bû û bi serkeftî derbas bû. Her tişt wekî ku hatibû plankirin bû. Tenduristiya Diego baş e û li odeya xwe vedihese."
Hat diyarkirin ku tenduristiya Maradona nexasim piştî emeliyetê baş tê şopandin, qencbûna wî dê çend rojan bajo û lewma jî bi tenê destûr ji malbatê ra heye ku li cem bimîne.
Maradona, dîrektoriya teknîkî ya tîma Gimnasia ya ji Lîga Yekemîn a Arjantînê dike û 30ê cotmehê jî rojbûna xwe ya 60emîn pîroz kiribû.