Dinya

Gelê Arjantînê yê ku piştî mirina Maradona şînê digire daket kolanan

Elif Irmak  | 26.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Gelê Arjantînê yê ku piştî mirina Maradona şînê digire daket kolanan

Buenos Aires

Gelê Arjantînê ya ku ji ber mirina Dîego Armando Maradonayê fitbolîstê efsane yê Arjantînê şînê digire daket kolanan.

Dora mala ku Maradona lê hatiye dinê û mala lê mir, û malên ku ciwaniya xwe lê derbas kir, di serî da stadyuma tîma fitbolê ya Boca Juniors a ku bi navê La Bombonera tê zanîn û stêrka Maradona lê çirûsî û gelek stadyumên li Arjantînê û navenda Buenos Aîresê bi gelê ku hem digirî hem jî ji bo Maradona dirûşmeyan berz dike tijî bû.

Qerebalixiya ku li paytext Buenos Aîresê li stadyuma La Bombonerayê û navenda bajêr civiya ji aliyekî va ji bo Maradona girî ji aliyê din va jî ji bo spasiya wî dirûşme berz kirin.

Di lempeyên hişyariya trafîkê yên li rêyên Buenos Aîresê nivîsa "Spas Dîego" hat nîşandan.

Ji bo Maradonayê ku di heyama fitbol dilîst da formaya bi 10 nimreyî li xwe dikir li paytext Buenos Aîresê gel bi saeta herêmî ji bo bibîranîna Maradona bi saeta herêmî di saet 22.00ê da derket şaneşînan û çepik lê xist.

Tê payîn ku ji bo Maradonaya ku di 60 saliya xwe da mir çalakiyên xatirxwestinê dewam bikin.

- Li welêt 3 roj şîn hat îlankirin

Li arjantînê hikûmetê ji ber mirina Maradona li welêt 3 roj şîna neteweyî îlan kir.

Serokdewlet Alberto Fernandez diyar kir ku dê termê Maradona bînin Casa Rosadaya Avahiya Serokatiya Dewletê û merasima cenazeyê wir bê kirin.

Çapemeniya herêmî nivîsand tê payîn ku biqasî milyonek mirov beşdarî merasima ku dê ji bo gel vekirî bê kirin bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın