GAZÎANTEP
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Dema ku yek bikeve tengasiyê, xwe bavêje bextê we, tevî zarok û zêçên xwe ve alîkariyê bixwaze em nikarin wan red bikin. Ev wazîfeyeke însanî û seknek exlaqî ye."
Akdogan beşdarî merasima vekirina Pêşdibistana Emekê ya li Gazîantepê bû û li vir axivî. Akdogan bal kişand ser girîngiya perwerdeya pêşdibistanê.
- Penaberên sûriyeyî
Akdogan got ku dema hevdîtinên xwe yên li Gazîantepê kir ji erkdaran der barê rewşa herêmê de agahî hilda û diyar kir ku di vê navberê de der barê sûriyeyiyan de jî agahî sitand û hay ji rewşa penaberan jî heye.
Akdogan got ku hin travmayên însanî û civakî pêk tên û wiha berdewam kir:
"Dema ku yek bikeve tengasiyê, xwe bavêje bextê we, tevî zarok û zêçên xwe ve alîkariyê bixwaze em nikarin wan red bikin. Ev wazîfeyeke însanî û seknek exlaqî ye. Encax dewlet û welatên mezin dikarin alîkariyên wiha mezin bikin. A niha li Tirkiyeyê milyonek û nîv penaber hene. Hin welatên ku pir diaxivin hene. Gelo li wan welatan çend penaber dimînin. Tirkiye bê hisab ket binê barekî giran."
Akdogan wiha dewam kir:
"Em nasnameya mezlûman napirsin. Em pirsa netewe, nijad, bawerî, mezheb ji penaberan nakin û em li hemûyan xwedî derdikevin. Ez zanim ku gelê Entabê bi dilsozî alîkariya van penaberan kir û dike. Her wiha dibe ku li herêmê hin pirsgirêkên însanî û civakî pêk bên. Em ê van pirsgirêkan bi tevkariya dewlet û saziyên civakî yên sivîl çareser bikin."