ŞANLIURFA
Penaberên sûriyeyî yên ku ji ber bombardimana herêma Tel Ebyad û Resûleynê ya ji aliyê hêzên koalîsyonê û ji ber zordestiya PYDyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê, dixwazin di demeke kin de vegerin welatê xwe.
Sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên asîmanî yên hêzên koalîsyonê û ji ber gefên PYDyê gîhaştin ber xeta sînor a li Rihayê, Tirkiye xwedî li wan derket. Biqasî 23 hezar sûriyeyiyên ku piraniya wan jin û zarok in li kampên li Tirkiyeyê û li cem eqrebayên wan hatin bicihkirin.
Sûriyeyiyên ku bi xwe re bi tenê çend perçe cil û eşya anîn, li bendê ne ku pevçûn bi dawî bibin û herêm normalîze bibe. Penaber plan dikin ku di demeke kin de vegerin Tel Ebyadê.
Welatiyê Sûriyeyê Ehmed Selîm di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku ji xeynî Tirkiyeyê dereke din tuneye ku pê de herin û jixwe heta niha jî wî nedixwest ku welatê xwe biterikîne.
Selîm wiha axivî: "Li Tel Ebyada ku em lê dijîn berê DAEŞ lê hebû û aniha jî komên kurdan ên çekdar hatin. Ji ber ku em ji bombardiman û pevçûnan tirsiyan, em hatin Tirkiyeyê. Em nizanin ku dê niha çi bibe."
Selîm xweziya xwe pê anî ku di demeke kin de şer kuta be û ew jî vegerin Tel Ebyadê.
Hemîd Seyîd jî diyar kir ku ew tevî 20 neferên malbata xwe hat Tirkiyeyê û ji bo ku Sûriye bigihêje aramiyê dia dikin.
Seyîd jî wiha axivî: "Em geşedanên li Tel Ebyadê dişopînin, înşellah emê di demeke nêz de vegerin warê xwe."