10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
BEXDA
Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm diyar kir ku ew dixwazin di operasyona xilaskirina Mûsilê da serkêşê DEAŞa rêxistina terorê Ebûbekîr el-Bexdadî sax biqefêlin.
Hevpeyvîneke bi Mesûm ra hatibû kirin ji ser malpera înternetê ya Serokomariyê hat weşandin. Fûad di daxuyaniya xwe da got: "Em ne kuştina Bexdadî, qefaltina wî hêvî dikin û dixwazin ku li pêş çavên çar aliyê dinyayê ji ber hemû sûcên kirî bê darizandin û edalet hikim bike."
Mesûm destnîşan kir ku welatê wî ji bo qefaltina Bexdadî û pêşengên din ên rêxistinê li ser herêma sînorê di navbera Sûriye-Iraqê da hewl dide û got ku heke Bexdadî bê qefaltin di jêpirsînê wî da da gelek agahiyên veşarî yên der barê DEAŞê da wê derbikevin meydanê.
Serokomar Mesûm ragihand ku yekîneyên eskerên Iraqê di nav du mehan da wê hemû hêza eskerî ya rêxistinê ji holê rakin.