Sercan İrkin
17 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Xwediyê şirketên Tesla, SpaceX û Xê Elon Musk ragihand ku ew ê navenda şirketên SpaceX û Xê ji Calîfornîayê veguhêze Teksasê.
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom qanûnek îmze kir û qedexe kir ku mamosteyên li eyaletê bêyî destûra zarokan der barê nasnameyên wan ên zayendî da agahiyê bidin dê û bavên wan.
Musk piştî îmzekirina vê qanûnê ev biryar da.
Musk li ser Xê got biryara Walî Newsom êdî hatiye qirikê û da zanîn ku ew ê navenda SpaceXê ya li herêma Hawthorneyê ya Calîfornîayê veguhêze herêma Starbaseyê ya Teksasê.
Musk diyar kir ku ev û gelek qanûnên din yên berê hem malbat û hem jî şirketan tehdîd dikin.
Musk got wî berê ji Newsom ra eşkere kiriye ku qanûnên bi vî rengî wê malbat û şirketên ku dixwazin zarokên xwe biparêzin neçar bihêle û ew ê zorê bide wan ku ew terka Calîfornîayê bikin.