Dinya

Elon Musk ragihand ku ji şêwirmendiya Trump derketiye

Nuri Aydın  | 29.05.2025 - Rojanekırın : 30.05.2025
Elon Musk ragihand ku ji şêwirmendiya Trump derketiye

Istanbul

 Karsazê milyarderê DYAyî Elon Musk ragihand ku dev ji wezîfeya xwe ya şêwirmendiya Serokê DYAyê Donald Trump berdaye.

Musk di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê da got, "Pêvajoya min a ku ji bo bibim wezîfedarê taybet ê hikûmetê qediya. Ez spasiya Serok Donald Trump dikim ji ber derfetdana kêmkirina îsrafê."

Musk derbarê Departmana Berhemdariya Hikûmetê (DOGE) ku di seranserê pêvajoya wezîfeyê da serekê wê bû got, "Erka DOGEyê wê bi demê ra hê hêzdartir bibe û ewê li seranserê hikûmetê bibe şêwazeke jiyanê."

Rayedarekî Qesra Spî jî ji Ajansa Anadoluyê ra pesend kir ku ewê Musk ji wezîfeyê derkevê.

Piştî ku Serok Trump qanûna daşikana bacê û budceyê ku pêşbîniya zêdebûna xerckirinên mezin dikir, îmze kir, cudahiya fikrê destpê kir û paşê Musk dev ji wezîfeyê berda.

Musk di hevpeyvîna xwe ya ku da CBSyê da derbarê mijarê da wiha got, "Heke mirov eşkere biaxive, ji dêvla kêmkirina şorta budceyê, min ew qanûna xerckirinê ya qerase dît û vê jî ez xeyalşikandî kirim. Ev qanûn binê xebatên ekîba DOGEyê dikole."

- Musk di serdema duyemîn a Trump da wezîfe sitand

Musk roja ku Trump destbikar bû ji bo serektiya DOGEyê ku bi mebesta jiholêrakirina îsrafê hatibû avakirin, hatibû tayînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.