Ekîba AAyê xisara ku li Nexweşxaneya Şehît Mutahharî ya li Tehranê çêbûye nîşan da
Tahran
Nexweşxaneya Şehîd Mutahharî ya li bakurê Tehrana paytexta Îranê di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da xisar dît.
Ekîba AAyê xisara ku çêbûye li cihê bûyerê qeyd kir û nîşan da.
Amerîka û Îsraîlê êrîşî cihekî Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya li kêleka nexweşxaneyê kir ku ji ber vê êrîşî nexweşxaneyê jî xisar dît.
Rayedarên Îranî daxuyandin ku ji ber êrîşê nexweşxane nikare xizmetê bide û ji ber vê jî nexweş neqlî navendên tenduristiyê yên li herêmên cuda ên Îranê hatin kirin.
Hat daxuyandin ku ji bilî hemû beşên nexweşxaneyê, depoya dermanan jî xisareke mezin dîtiye û hemû derman îmha bûne.
Li der û dora nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
