Ekîba AAyê dîmenên televizyona dewletê ya li Tehranê ku bûbû armanca êrîşa Îsraîlê girt

Tahran
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên kawilkariya di avahiya Saziya Televizyon û Radyoyê ya Îranê (IRIB) ya li Tehranê ku weke "Avahiya Şûşe" dihat bi navkirin ya ku bûbû armanca êrîşa Îsraîlê, kişand.
Ekîba AAyê çû avahiya IRIBê ya bi navê "Avahiya Şûşe" bi nav û bang ku Îsraîlê 16ê hezîranê bi 4 mûşekan kiribû armanc û zirara mezin li cihê bûyerê tomar kir.
Di êrîşê da beşeke mezin a rûberê şûşeyî yê avahiyê bi tevahî şikest û şopên şewatê ên giran li ser qatên ofîsan jî diyar bûn.
Di dîmenan da diyar e ku piraniya ofîsên avahiyê ji kar da ketine, kelûpelên elektronîk, amûrên weşanê û odeyên arşîvê jî wêran bûne.
Li gorî agahiya ku ji xebatkarên di nava komelgeha televizyonê da dixebitin, hat sitandin, di êrîşê da 3 endamên çapemeniyê canê xwe ji dest dan û hinek jî birîndar bûn.
- Pêşkeşvana ku di dema weşana zindî da rûbirûyê êrîşê ma û bi wêrekî rawestiya: Seher Îmamî
Pêşkeşvana televizyonê Seher Îmamî ya ku di dema êrîşê da di weşana zindî da bû û tevî demên tirsêner weşan bi cih nehişt, li seranserê welêt hate pîrozkirin.
Îmamiya ku di dema teqîn û hejînan da aramiya xwe parast, di weşanê da jî ma.
Pêşkeşvana ku di nava raya giştî ya Îranê da bû "sembola wêrekiyê" li ser medyaya civakî û bultenên nûçeyan da weke "pêşkeşvana leheng" hat binavkirin.
Rayedarên Îranê wêrekiya Îmamiyê weke "rengvedana qewînî û îradeya gelê Îranê" nirxand. Xebatkarên televizyona dewletê jî anîn ziman ku ew sekna bi aramî ya Îmamiyê cihê şanaziyê ye.
Posterekî qerase yê Îmamiyê li Qada Welî Esrê ya Tehranê hat daliqandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.