Ekîba AAyê dîmenên avahiyê Al Araby TVyê ya li Tehranê ya ku rastî êrîşa Amerîka û Îsraîlê hat, qeyd kir
İran
TEHRAN (AA) - Ajansa Anadoluyê (AA) dîmenên avahiyê televizyona Al Arabyê ya ku navenda wê Qeter e ya li Tehranê ya ku ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê zirar dît, qeyd kir.
Ofîsa Al Araby TVyê ya li Tehranê ji ber ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê zirareke mezin dît.
Ekîba AAyê dîmenên avahiyê televizyonê kişand.
Di dîmenan da tê dîtin ku pace û derî şikestine, di wesayît û avahiyên li dora navenda televizyonê da jî zirareke mezin çêbûye.
Êrîş dema ku xebatkarên televizyonê ji bo weşana zindî amadehî dikirin çêbû.
Hat ragihandin ji bilî zirara alavên teknîkî û yên din, di êrîşê da tu kes nemir û birîndar nebû.
Nûnerê Tehranê yê Al Araby TVyê Hazem Kallass ji nûçagihanê AAyê ra daxuyand êrîş bi balafira bêmirov (ÎHA) va hatiye kirin û di dema êrîşê da ew di qata 4 û 5emîn da û aliyê rojhilatê bûne.
Kallass wiha axivî: "Ji ber vê yekê, em bêyî ku birîndar bibin ji êrîşê xelas bûn. Lê heke em li cihê xwe yê her carê bûna, îhtîmaleke mezin em ê bimirana. Qata sêyemîn a ku studyoya me lê ye, bi tevahî zirar dît."
Di daxuyaniya vê sibê ya televizyonê da hatibû gotin bi ÎHAyê va êrîşî avahiyê televizyonê ya li Tehranê hatiye kirin, lê rewşa xebatkaran baş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
