Dinya

Ekîba AAyê ya ku ket herêma Tirba Suleyman Şah, ji hewayê dîmenên herêmê kişand

Ömer Koparan, Enes Canlı, Tuğba Altun  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Ekîba AAyê ya ku ket herêma Tirba Suleyman Şah, ji hewayê  dîmenên herêmê kişand

Halab

Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku gihîşt qada Tirba Suleyman Şah a li herêma gundê Karakozakê yê ku duh ji aliyê artêşa Sûriyeyê va ji YPG/HSDya rêxistina terorê hat rizgarkirin, ji hewayê dîmenên herêmê kişand.

Rêxistina terorê ji bo ku artêşa Sûriyeyê ya li herêma Minbicê nikaribe bi rêya Çemê Feratê bigihêje herêmê, Tirba Suleyman Şah bi mayinan va tijî kiribû ku ekîba AAyê gihîşt wê derê.

Derket holê ku terorîstan berê jî hewl dane ku Pireya Karakozakê ya li ser çem li aliyê gundê Karakozakê va bi teqemeniyan hilweşînin, lê beşa koşe li ser piyan maye.

Artêşa Sûriyeyê ji bo xurtkirina pireyê xebatên xwe didomîne.

Dema pire tê derbaskirin, tê dîtin ku qismekî mayinan hatiye paqijkirin.

Ekîba AAyê ji rêyeke teng meşiya û dîmenên herêmê ji hewa va kişand.

Artêşa Sûriyeyê ji bo ku mayinên li herêmê paqij bike û dafikan ji holê rake zêde dixebite.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın