Dinya

Ekîba AAyê li bajaroka Eyn Îsayê ya Sûriyeyê tunelên ku YPGya rêxistina terorê di hundirê malan da kolandine kişand

Haydar Karaalp, Muhammed Karabacak  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Ekîba AAyê li bajaroka Eyn Îsayê ya Sûriyeyê tunelên ku YPGya rêxistina terorê di hundirê malan da kolandine kişand

Baghdad

 Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) li bajaroka Eyn Îsayê ya li bakurê Reqaya bajarê Sûriyeyê, tunelên ku YPGya rêxistina terorê di hundirê malan da kolandine kişand.

Ekîba AAyê li Eyn Îsayê tunelên ku YPGya rêxistina terorê di hundirê malan da kolandine û di hundirê wan da nexweşxaneyên eskerî û deverên niştecihbûnê yên curbecur ava kirine wek vîdeo tomar kir.

Hat dîtin ku ji tuneleke ku rêxistinê li hewşa malekê da çêkiriye mirov dikare ber bi 11 xalên cuda va derkeve û endamên rêxistina terorê ji bo ku bikaribin bi hev ra bikevin têkiliyê, xetên telefonê yên sabît bi kar anîne.

Tê fêmkirin ku tunel bi qasî mêtroyekê fireh û 2 mêtro jî bilind in.

Hat tesbîtkirin ku di van tunelan da qabloyên ji bo ceyran, înternet û xetên telefonê yên sabît tên bikaranîn hene.

Ji bilî vê, hat dîtin ku endamên YPGya rêxistina terorê di hin tunelan da jî qadên ku bikaribin tê da bi motosîkletan herin û bên ava kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın