
Quds
Di midaxeleya polêsên Îsraîlê ya dijî cimaeta li Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî da Turgut Alp Boyrazê Edîtorê Rojhilata Navîn ê Ajansa Anadoluyê (AA) ji piyê xwe birîndar bû.
Boyrazê ku bûyerên li Herêma Şerîf dişopand bi guleya plastîk a ku polêsê Îsraîlê agir kir va ji piyê xwe birîndar bû.
Li cihê bûyerê midaxeleya ewil a Boyraz hat kirin.
Di midaxeleya polêsên Îsraîlê da Mostafa Alkharoufê nûçegihanê wêneyan ê AAyê jî bi fîşenga plastîk va ji pişta xwe birîndar bû.
Faîz Abu Rmelehê kameramanê AAyê jî dîmenên bûyeran dikişand û ew jî bi fîşenga plastîk a polêsan va ji cîpa xwe birîndar bû.
Dermankirina personelên AAyê dewam dike.
Li Mescida Eqsayê û dorberê wê bûyer dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.