Ebas Eraqcî : Îranê bereksê daxuyaniya Trump eşkere kir ku biryara destpêkirina hevdîtinên bi Amerîkayê ra hilnedane
"Van daxuyaniyan cidî nebînin. Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra hê peyman nehatiye çêkirin. Heta di vê mijarê da axaftinek jî nehat kirin. Ji wan timî daxuyanî tên"

Tahran
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqcî bereksê daxuyaniyên birêvebiriya Amerîkayê got ku der barê destpêkirina hevdîtinên nukleerê yên bi Washîngtonê ra biryarek nehatiye hildan.
Eraqcî beşdarî bernameyeke televîzyona dewletê bû der barê êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên dijî welatê wan daxuyanî da û got ku "Hêzeke super a xwedî çekên nukleer û rejimeke xwedî çekên nukleer bi alîkariya Ewropayiyan seferber bûn û ji bo parçekirina Îranê û dawîlêanîna têkoşîna 50 salî ya dijî hegemonyaya Amerîkayê planek kirin lêbelê bi ser neketin."
Eraqcî pêvajoya mizakereyên nukleerê yên ku berî êrîşan bi Amerîkayê ra dihat kirin destnîşan kir û got ku "Di mizakereyên dawîn da hewl dan ku me qanî bikin ku em dev ji mafên neteweya Îranê berdin. Dema me qebûl nekir jî şer ferz kirin û ji bo ku dijî rejima siyonîst a sûcdar (Îsraîl) êrîş bên kirin destûr dan."
Eraqcî axaftina xwe wiha domand:
"Dema mizakereyan dewam dikir Amerîkayiyan îxanetî dîplomasiyê kiin û ev tecrube dê bandorî biryara me ya der barê hevdîtinên ku em dê di pêşerojê da bi wan ra bikin, bike lêbelê dîplomasî dewam dike û ez bi Wezîrên Karên Derva yên hin welatan ra di nav peywendiyê da me."
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh daxuyaniya xwe da gotibû ku "Em ê bi Îraniyan ra hefteya bê hevdîtinê bikin". Ji Eraqcî ev daxuyanî hat pirsîn û Eraqcî li ser vê got ku "Van daxuyaniyan cidî nebînin. Ji bo mizakereyên bi Amerîkayê ra hê peyman nehatiye çêkirin. Heta di vê mijarê da axaftinek jî nehat kirin. Ji wan timî daxuyanî tên."
Ji Eraqcî qanûna ki Meclisa Îranê derxist û Konseya Parêzvanên Makezagonê ku şaxa biryara dawî ye pesend kir û hevkariya bi Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî (UAEA) ra radiwestîne hat pirsîn. Eraqcî li ser vê got ku "Ji bo me qanûna nû girêdar e. Rapora Grossî (Serokê UAEAyê Rafael Marîano) rêya çareseriyeke ku elametê êrîşkariya Îsraîlê ye vekir. Rapor rast û adil nîne. Digel vê dijî tesîsên me yên nukleerê êrîş hatin kirin û UAEAyê ev şermezar jî nekir."
Eraqcî der barê pêvajoya agirbestê ya ku 12 roj piştî êrîşên dualî yên di navbera Îran û Îsraîlê da pêk hat da jî ev gotin:
"Gotegotên wekî Îran û rejima siyonîst (Îsraîl) mizakere dikin yan jî herdu alî ajî bi Amerîkayê ra mizakere dikin yan jî Amerîka navbeynkariyê dike hebûn. Yek ji van jî rast nebû. Rejima siyonîst ji neçariyê êrîş rawestandin û dema ku êrîş rawestiyan me jî dewam nekir Tu pêş şert tunebûn û me tu tişt nexwest. Yê ku xwest operasyon bê rawestandin rejima siyonîst bû. Îranê jî xwe sipart polîtîkayên ku berê hatibûn diyakirin û ragihand ku heke êrîş dewam nekin niyeta me jî tune ku em êrîşan bidomînin. Wek encam operasyon hatin rawestandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.