21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand, bi operasyonekê bejayî, Abdurrahman Ozbekîyê çekdarê DEAŞê ku yek ji plandarêjê êrîşa li dijî Reinaya Ortakoya Stenbolê ye, li Sûriyeyê kuştiye.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) Albay John Thomas derbarê bûyerê de, daxuyanî da.
Thomas di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Ozbekî kesekî nêzîkî serkirdeyê DEAŞê Ebûbekirê Bexdadî û berpirsê êrîşên derekî yê rêxistinê û herwiha yek ji berpirsên dabînkirina cengawer û çavkaniyên aboriya rêxistinê jî bû.
Albay Thomas wiha pê de çû: "Em pesend dikin ku 6ê nîsanê di encama operasyoneke hêzên DYAyê li dijî rêveberê DEAŞÊ yê plandarêjê êrîşa Reinayê Ozbekî hat kuştin. Ozbekî kesekî nêzîkî qaşo xelîfeyê DEAŞê Ebûbekirê Bexdadî bû. Yek ji rêveberê veguhastina aborî û dabînkirina cengaweran bû ji bo DEAŞê. Kesê navborî plandarêjê êrîşa li dişî klûba şevê ya Stenbolê bû ku 39 sivîlên bê guneh tê de canê xwe ji dest dabûn."