Dinya

DYAyê ragihand ku li Iraqê balafireke wan a sotemenîhilgir ketiye xwar

Can Hasasu  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
DYAyê ragihand ku li Iraqê balafireke wan a sotemenîhilgir ketiye xwar

Washington DC

Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku balafireke KC-135 a Hêza Asîmanî ya DYAyê li rojavayê Iraqê ketiye xwarê û bûyer di qada asîmanî ya dostan da qewimiye.

Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê da hat destnîşankirin ku bûyer di çarçoveya operasyona dijî Îranê da çêbûye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di dema bûyerê da 2 balafir destbikar bûn û yekê ji wan di qezayê da zirar dît, lê ya din bi ewlehî daket.

Di daxuyaniyê da ku hûrgiliyên li ser bûyerê yan jî hejmara personelên di balafira ketî da nehat dayîn.

Her wiha hat gotin ku qeza ne ji ber êrîşa dijmin yan jî êrîşeke bêhemd ya dostan çêbûye û xebatên rizgarkirinê hê jî berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın