Dinya

DYA li Sûriyeyê ji bo kuştina bi hezaran sivîl weke berpirs tê dîtin

Li Sûriyeyê DYA û hevpeymanên navneteweyî yê ku serkirdayetiya wan dike, ji bo kuştina bi hezaran sivîl weke berpirs tên dîtin.

Ethem Emre Özcan  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
DYA li Sûriyeyê ji bo kuştina bi hezaran sivîl weke berpirs tê dîtin

Ankara

Li Sûriyeyê DYA û hevpeymanên navneteweyî yê ku serkirdayetiya wan dike, ji bo kuştina bi hezaran sivîl weke berpirs tên dîtin.

Wezareta Parastina DYAyê duh daxuyand ku ji bo lêkolîna qurbaniyên êrîşa asîmanî ya 18ê Adara 2019an li Baghuza bajarokê Sûriyeyê talîmata daye. Ev wek anî bîrê ku hêzên hevpeymanê yên bi serektiya DYAyê li Sûriyeyê li dijî sivîlan sûce encam dide.

Bi sedema têkoşana li dijî DEAŞa rêxistina terorê hêzên hevpeymanê yên bi serektiya DYAyê 23yê îlona 2014an li Sûriyeyê dest bi midaxeleyê kirin. Di qadê de bi hevkariya digel YPG/PKKya rêxistina terorê tevgeriya û mekteb, mizgeft û hejmarek gelek qadên jiyanê bordûman kirin.

Tora Sûriyeyê ji bo Mafê Mirovan (SNHR) di rapora xwe ya 23yê îlona 2020an de cih da wê yekê ku hêzên hevpeymanê yên bi serektiya DYAyê ji 23yê îlona 2014an ve bi behaneya têkoşana dijî terorê zêdetir ji 3 hezar sivîl kuştine.

Li gorî rapora SNHRê ji aliyê hêzên hevpeymanê ve di zerfa 6 salan de herî kêm 172 qetlaam hatiye encamdan.

Hêzên hevpeymanê di maweya behsborî de zêdetir ji 180 êrîşî li dijî mekteb, navendên tenduristiyê, mizgeft û bazaran li dar xistin.

Jji ber êrîşên DYA û û ew hêzên hevpeymanê yên ku serektiya wan dike, li Dêrazorê, Reqa û Hisiçyayê zêdetir ji 500 hezar sivilî koç kir û bê serûber bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın