Duh li bakurê Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da ya dijî kesên li benda alîkariyê bûn 51 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Hat ragihandin ku duh li bakurê Xeta Xezeyê di êrîşa Îsraîlê da ya dijî kesên li benda alîkariya mirovî bûn, 51 Filistînî hatin kuştin û 648 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa medyaya hikûmeta li Xezeyê da hat diyarkirin ku duh li herêma Sûdaniyeyê qetlîameke xwînî hat kirin û hejmara kuştiyên êrîşê hat rojanekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Filistîniyên çûn ku ji TIRên ji herêma Zîkîmê hatin, ar û alîkariya mirovî bistînin li herêma Sûdaniyeyê rastî êrîşê hatin û wiha hat gotin, "Di vê êrîşê da bi tenê di nava 3 saetan da 51 kes hatin kuştin û 648 kes jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin ku duh bi tenê 112 TIR alîkariya mirovî derbasî Xezeyê bûn lêbelê piraniya wan jî di rewşa kaosa sîstematîk û mexsûs da ya ku Îsraîlê derxist, hatin şêlandin.