NECEF
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li Iraqê bi serokê Şîiyan Mukteda El Sadr re hat bal hev.
Piştî hevdîtinê Davûtoglû daxuyanî da rojnamegerên tirk û wiha got: "Em ji bo axaftina gelek mijaran hatin ziyaretiyê. Di plana çalak a nû de pêşveçûnên mezin çêbûn. Îhtîmal e ku Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî dawiya kanunê an jî serê çileyê Tirkiyeyê ziyaret bike. Me li Iraqê ji her kesî re ji bo têkiliyan hevdîtin kirin. Ji bo ku pirsgirêkên herêmê nebin sedema şerê mezhebî me gûftûgo kirin. Em hewl didin ku xwe bidin pêşiya şerê mezhebî. Yên ku provake dikin hene, dê hebin jî. Li vê derê hin nêrînên me yên ji hev cuda hene lê ev tişt wê bi îstîşareyê çareser bibin. Di hin mijarên bingehîn de em wek hev difikirin."
Davûtoglû paşê Tirba Hz. Elî ziyaret kir û kêfxwaşiya xwe anî zimên.