Dikandarên Minbicê bi girtina derabeyên xwe xeraca ku PKK/YPG bi navê "bacê" ji wan distîne protesto kirin

Syria
Li Sûriyeyeyê, li Minbica navçeya Helebê ku ji aliye PKK/YPGya rexistina terore ve hatiye dagirkirin dikandaran xeraca ku PKK/YPG bi navê "bacê" ji wan distîne protesto kirin.
Hema bêje hemû dikandarên navenda beşdarî bangawaziyên girtina derabeyan a ku ji aliyê eşîran ve ser medyaya civakî hat kirin bûn.
Dikandaran bertek nîşanî xeraca ku tevî bihabûna jiyanê û birînên elektrîk û avê ji xelkê tê komkirin, da.
Esnafên Minbicê ku nifûsa wê ji sedî 99 Ereb in, berê jî bi girtina derabeyên xwe kiryarên rêxistina terorê yên li dijî gelê herêmê protesto kiribûn.
Minbica navçeya Helebê ji Tebaxa 2016an vir va di bin dagirkeriya PKK/YPGya rêxistina terorê da ye.