Dinya

Digel agirbestê di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da kesek hat kuştin, 5 kes birîndar bûn

Mustafa M. M. Haboush, Halime Afra Aksoy, Muhammed Emin Canik  | 02.12.2025 - Rojanekırın : 03.12.2025
Digel agirbestê di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da kesek hat kuştin, 5 kes birîndar bûn

Gazze

 Li bajarê Xezeyê digel agirbestê di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî herêma li dervayî "Xeta Zer" da Filistîniyek hat kuştin û dudu jê jin dudu jê zarok 5 Filistînî jî birîndar bûn.

Şahidên bûyerê ragihandin, artêşa Îsraîlê ji serê sibehê û pê va bi navberên kurt êrîşî herêmên li rojhilatê Taxa Zeytûnê ya bajarê Xezeyê kirin.

Di êrîşên ku alavên eskerî û dron hatin emilandin da Filistîniyek hat kuştin.

Ji aliyekî din va li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Parastina Sivîlên li Xezeyê, artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarê Xezeyê, malên li herêma Sanafurê ya Taxa Tuffahê da ber guleyan.

Di êrîşê da dudu jê jin dudu jê zarok 5 Filistînî jî birîndar bûn.

Ji ber gulebaranên ji dron û tankên Îsraîlê, li deverê gelek malbat di malên xwe da di bin dorpêçê da man.

Birîndar û malbatên di malên xwe da di bin dorpêçê da man ji hêla ekîbên Parastina Sivîlan hatin texliyekirin.

Li Xeta Xezeyê artêşa Îsraîlê ya ku agirbesta 10ê Cotmehê ket rewacê her roj binpê dike, êrîşên xwe yên dijî Filistîniyan bênavber didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın