Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên piştî agirbestê û heta niha dibe ser Xezeyê da 366 kes hatin kuştin

Mohamed Majed, Ekrem Biçeroğlu  | 04.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên piştî agirbestê û heta niha dibe ser Xezeyê da 366 kes hatin kuştin

Istanbul

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên piştî agirbestê û heta niha bir ser Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 6 kes zêde bû û derket 366an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne û cinazeyên ku ji binê kavilan hatine derxistin da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 8 Filistîniyan yên ku jê 2 kes ji binê kavilan hatine derxistin û 16 birîndar anîn nexweşxaneyan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşên piştî agirbestê û heta niha da 366 kes hatin kuştin, 938 kes birîndar bûn û cinazeyên 619 kesan jî ji binê kavilan hatin derxistin.

Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin derket 70 hezar û 125an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 15.

- Agirbesta li Xezeyê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 9ê Cotmehê da ragihandibû ku Îsraîl û Hemasê di mizakereyên li Misrê da qonaxa yekem a plana agirbesta Xezeyê pesend kirine.

Agirbesta ku li Misrê hatibû îmzekirin piştî pesendkirina hikûmeta Îsraîlê di 10ê Cotmehê da ketibû rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın