Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê da 73 Filistînî hatin kuştin

Ömer Erdem  | 24.09.2025 - Rojanekırın : 25.09.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê da 73 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji sibehê va dibe ser Xeta Xezeyê da 73 Filistînî hatin kuştin.

Êrîşên dijî bajarê Xezeyê ya li bakur a ku artêşa Îsraîlê di çarçoveya plana dagiriyê da êrîşên bejayê lê da destpêkirin bênavber dewam dikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin bidestxistin di êrîşên artêşa Îsraîlê ya li Sûka Fîrasê ya Şaredariya Xezeyê dijî depoyên sivîlên ji cihên xwe hatine kirin xwe sipartinê da 9 jê zarok, 6 jê jin bi tevahî 22 kes hatin kuştin gelek kes birîndar bûn.

Li Taxa Sabrayê ya li başûrê Xezeyê di êrîşa dijî malbata "El-Hams" da 5 kes hatin kuştin.

Di encama bombebarankirina daîreyeke li Kolana Sahabeyê 2 jin mirin.

Li herêma Tel el-Hewayê ya li başûrê bajêr di êrîşa SÎHAyê ya dijî kamyoneke kesên ji cihên xwe hatina kirin tê da bên da 2 kes hatin kuştin, kesek jî xedar birîndar bû.

Li Kolana omer el-Muxtar jî kesek di êrîşa SÎHAyê da hat kuştin.

- Kesên li başûrê Xeta Xezeyê li benda alîkariyê bûn hatin gulebarankirin

Li herêma Şakuşê ya li bakurê rojavayê Refahê kesên li benda alîkariyê bûn hatin gulebarankirin, 8 kes mirin.

Di encama bombebarankirina Kampa Penaberan a Nusayratê da jî 5 kes hatin kuştin.

Di êrîşên li herêmên din ên li bajarê Xezeyê da jî 28 kes hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın