Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetan da 54 zêde bû û gihîşt 61 hezar û 776an

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 54 kes zêde bû û gihîşt 61 hezar û 776an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 54 kesan û 831 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir ku di van êrîşan da 10 hezar û 251 Filistînî hatin kuştin, 42 hezar û 865 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat gotin Weqfa Alîkariya Însanî ya Xezeyê ya ku di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi navê alîkariya însanî herêmên belavkirinê ava kirine û li wan herêman ji 27ê Gulanê û vir va bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan dikin, di van êrîşan da 1881 kes hatin kuştin, 13 hezar û 863 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 61 hezar û 776an ya birîndaran jî bû 154 hezar û 906an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.