Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 69 hezar û 176an
Gazze
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên di Cotmeha 2023yan da li dijî Xeta Xezeyê da destpêkirin da, hejmara kuştiyan gihîşt 69 hezar û 176an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, agahiyên dawî yên li ser kesên ku di êrîşên Îsraîlê hatine kuştin da parve kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji wê dema navborî û vir va, hejmara kuştiyan gihîştiye 69 hezar û 176an û ya birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 690 kesan.
Her wiha, hat gotin di 24 saetên dawî da ji ber êrîşên Îsraîlê Filistîniyek hatiye kuştin û cinazeyên 6 kesên ku berê mirine jî hatine dîtin.
Hat daxuyandin ku piştî agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê da 241 kes hatine kuştin, 619 kes birîndar bûne û cinazeyên 528 kesan jî ji binê kavilan hatine derxistin.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.
