Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 52 hezar û 567an

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetan da 32 kes zêde bûn û gihîşt 52 hezar û 567an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kir.
Hat daxuyandin ku di nav 24 saetan da cinazeyên 32 kesan û her wiha 119 birîndar rakirine nexweşxaneyên li Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê, di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir ku di van êrîşan da 2 hezar û 459 Filistînî hatin kuştin, 6 hezar û 569 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 52 hezar û 567an, ya birîndaran jî bû 118 hezar û 610.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran kuştî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.