Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 117yan
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan û vir va li dijî Xeta Xezeyê dike da hejmara kuştiyan derket 72 hezar û 117yan.
Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê êrîşên li dijî Xeta Xezeyê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan û vir va dike çêbûne da parve kir.
Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyê Filistîniyekî û 3 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xezeyê.
Li Xezeyê di êrîşên piştî agirbesta ku di 10ê Cotmeha 2025an da ketibû rewacê û heta niha da 633 kes hatin kuştin, 1703 kes birîndar bûn û 753 cinaze jî ji binê kavilan hatin derxistin.
Hat daxuyandin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin, derket 72 hezar û 117yan û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 801.
Hat gotin li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
