Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 657an

Nour Mahd Ali Abuaisha, Çağrı Koşak  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 657an

Gazze

XEZE (AA) - Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 71 hezar û 657an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da daneyên dawî yên der barê kuştî û birîndarên ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne da parve kir.

Hat gotin di nav 24 saetan da cinazeyên 3 şehîd û 8 birîndaran anîn nexweşxaneyên li Xezeyê û der barê bûyerên ku çêbûne da agahiyên berfireh nehatin dayîn.

Di êrîşên piştî agirbesta ku di 10 ê Cotmeha 2025an da ketibû rewacê û heta niha da 484 kes hatin kuştin û 1321 kes jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin, hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê dike da hatin kuştin, derket 71 hezar û 657an û ya birîndaran jî bû 171 hezar û 399.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın